IraqNûçeRojhilatanavin

35 hezar eskerên iraqî li pişt dîwarên Teleferê bicih bûne

Bi dû gotinên Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li bara hatina dema azadkirina bajarê Telefer li rojavaya Mûsilê ji bin lepên terorîstên DAIŞ`ê, 35 hezar eskerên iraqî li pişt dîwarên vî şarî bicih bûne.

Nesrulah Fetulah yek ji efserên hêzên rêxistîya têkoşîna dijî têrorîsmê ya Iraqê li hevpeyvîna digel ajansa nûçan a IRNA`yê, bal kişand ser vîya ku eskerên iraqî li benda destpêbûna opêrasyona azadkirina Teleferê li parêzgeha Nêynewayê ne, dîyar kir: Operasyona seretayî ya artêşa Iraqê bi êrişên balafirên cengê ser çeperên têrorîstên DAIŞ`ê li vî şarî destpê bûye ta ku piştî têkçûna şîyana têrorîstan, ew dest bi paqijkirina Teleferê bikin.

Wî herwiha got: Dilgiranîya sereke ya hêzên iraqî ew e ku têrorîstên DAIŞ`ê jin û zarokan wek mertala insanî biokar bînin ji ber ku wan ev taktîka li hemî şeran bikar anîne.

Yehya Zubeydî berdevkê fermandetîya opêrasyona hevpar a Iraqê jî ragihand ku hêzên iraqî jibo destpêkirina opêrasyona azadkirina bajarê Teleferê ji lepên koma têrorîst a DAIŞ`ê amade ne û got, êrişên perrate û pêşdestane li dijî têrorîstên DAIŞ`ê li Teleferê ku êrişa ser meqerên fermandetî û cihê kombûna têrorîstan digirin ber xwe destpê bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu