EfrîqaÎranNûçeRojhilatanavin

35 şîrketên îranî bo Efrîqayê tên şandin

Nunerên 35 şîrketên îranî ber bi welatên rojavaya Efrîqayê va çûn.

 Li gorî rapora IRIB Newsê, Rêxistina geşatiya ticareta Îranê roja duşemiyê ragihand: Duh hevgavê sefera Muhemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê bo rojavaya Efrîqayê û seredana  welatên  Nîceriye, Gena, Gîne Konakirî û Maliyê, nunerên 35 şîrketên ticarî, aborî û bazirganîyê yên Îranê weke taximeke aborî bo Efrîqayê hatin şandin.

Endamên vê taxima aborî, hevrêtiya Muhemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li parezemîna Efrîqayê dikin û bi bazirgan, sermayedaner, çalak û berpirsên aborîyê yên  welatên  mazovan ra dicivin û gotûbêjê dikin.

Ev şîrket li warên curbicur ên kelûmel û xizmetên teknîkî û endazyariyê ji wan binavahî, nift û gaz û pêtroşîmî, çavkaniyên madenî, xwarek, tendurustî û derman dê hevrêtiya berpirsên dewleta Îranê bikin û li civînên curbicur ên aborî, bazirganî û ticarî beşdar dibin.

Armanca şandina vê taximê, berfirehkirina peywedniyên aborî, ticarî û bazirganîyê navbera Îran û welatên parezemîna Efrîqayê hatiye ragihandin.

Taxima ticarî ya Îranê dê heya 29 Tîrmehê li rojavaya parezemîna Efrîqayê  bimîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu