Nunerên 35 şîrketên îranî ber bi welatên rojavaya Efrîqayê va çûn.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Rêxistina geşatiya ticareta Îranê roja duşemiyê ragihand: Duh hevgavê sefera Muhemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê bo rojavaya Efrîqayê û seredana welatên Nîceriye, Gena, Gîne Konakirî û Maliyê, nunerên 35 şîrketên ticarî, aborî û bazirganîyê yên Îranê weke taximeke aborî bo Efrîqayê hatin şandin.
Endamên vê taxima aborî, hevrêtiya Muhemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li parezemîna Efrîqayê dikin û bi bazirgan, sermayedaner, çalak û berpirsên aborîyê yên welatên mazovan ra dicivin û gotûbêjê dikin.
Ev şîrket li warên curbicur ên kelûmel û xizmetên teknîkî û endazyariyê ji wan binavahî, nift û gaz û pêtroşîmî, çavkaniyên madenî, xwarek, tendurustî û derman dê hevrêtiya berpirsên dewleta Îranê bikin û li civînên curbicur ên aborî, bazirganî û ticarî beşdar dibin.
Armanca şandina vê taximê, berfirehkirina peywedniyên aborî, ticarî û bazirganîyê navbera Îran û welatên parezemîna Efrîqayê hatiye ragihandin.
Taxima ticarî ya Îranê dê heya 29 Tîrmehê li rojavaya parezemîna Efrîqayê bimîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)