ÎranNûçeRojhilatanavin

Sertîp Hatemî: Pêşketinên Îranê li warê berevaniyê, dijmin alawaz kirine

Emîr sertîp Emîr Hatemî, wezîrê berevaniyê yê Îranê roja yekşemiyê li Şîrazê navenda parêzgeha Farsê li başûrê Îranê got: Ger dijmin kêliyekê jî hest bikin Îran lawaz bûye, dê komploya  xwe ya nehs, hema mîna  serdema berevaniya pîroz weke êrişa eskerî ser Komara Îslamî ya Îranê bisepînin.

Emîr sertîp Emîr Hatemî,bal kişand  ser vê yekê ku  alûgurên cîhanî li warê zanist û teknolojiyê pir bi lezgînî bi pêşde diçin û destnîşan kir: Qaweta Îranê li warê berevaniyê divê gav bi gav  bên birojkirin û bên şopandin.

Wezîrê berevaniyê yê Îranê her wiha bal kişand  ser destkewtên Inqilaba Îslamî û destnîşan kir: Yek ji destkewtên  bi nirx ên nizama Komara Îslamî ya Îranê qutkirina  girêdayîbûna li îstikbarê bûye.

Başa dön tuşu