İslami Davet Kurdi Bange İslami

39 filistînî li encama pevçûnên çaremîn îniya Xezebê birîndar bûn

Bajarên curbicur ên kêleka rojava ya çemê Urdinê û zîvala Gazayê îro îniyê, şehedê lidarxistina xwenîşandana roja Xezebê li çaremîn îniya li dû hev ji bo protestokirina biryara Donald Trump serokkomarê Emerîkayê li bara Qudsa dagirbûyî bû.

Li gorî rapora navenda raghandinê ya Filistînê, ev xwenîşandana  li parêzgehên  curbicure Filistînê hat lidarxistin û  bû sedema  pevçûna  tev eskerên  rejîma siyonîstî.

Bajarên  Quds, Ramullah, El-Bîrê, El-Xelîl, Nablos, Qilqiliyê, Selfît û Zîvala Gazayê şehedê lidarxistina  xwenîşandanên berfireh bûn ku eskerên  siyonîst ji bo belavkirina  xwenîşanderan gulle û gazên hêsirrêj avêtin.

Rêxistina  Hîva Sor a Filistînê li amarên xwe yên seretayî, hejmara  birîndarên  vê bûyerê li du navçên  kêleka  rojava ya  çemê Urdinê û Qudsa dagirbûyî 35 kes ragahnd. Ji nav  van birîndaran, 15  kes ketin ber gullan û birîndar bûn û 20 kesên din jî  ji ber gaza hêsirrêj rastî pisrgirêka bêhnçikiyê hatine.

Li encama pevçûnên  li zîvala Gazayê, 4 filsitînî bi derba  gullê birîndar bûn û 15 kesên din jî bêhna wan çik bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version