ÎranNûçeRojhilatanavin

4 dîplomatên îranî, sax in û di girtîgehên Rejîma Siyonîst da ne

Wezareta karên derve ya Komara Îslamiya Îranê, bal kişand ser hebûna şehedî û hin belgeyan li ser revandina 4 dîplomatên îranî ji aliyê kirêgirtiyên Rejîma Siyonîst û veguhestina wan bo Erdên Dagîrbûyî û xwest ku bona azadkirina wan, zext li ser wê rejîmê, were kirin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Tasnim News`ê, wezareta karên derve ya Komara Îslamiya Îranê, bi minasibeta 34`emîn salvegera revandina 4 dîplomatên îranî li Libnanê, daxuyaniyek weşand.

Bi hatina 14`ê meha Tîrê, 34 salan ji kiryara terorîstî ya kirêgirtiyên Rejîma Siyonîst bona revandina 4 dîplomatên Komara Îslamiya Îranê (rêzdar Seyîd Muhsin Mûsewî, Ehmed Mutiwesiliyan, Teqî Restgar Muqedem û Kazim Exewan) li axa Libnanê derbas dibe, li halekî ku gelê Îranê û malbatên wan ên hêja, hîn jî çav li rê ne ku ew wegerin welatê îslamî.

Wezareta karên derve ya Komara Îslamiya Îranê, ji tevî ku qedra hewldanên ku dewleta Libnanê û hin saziyên berpirs ên navneteweyî di salên buhurî de bona şopandina vê mijarê pêk anîn û ji wan nameya di 13`ê Îlona 2008`an de a dewleta Libnanê ji bo sekreterê wê demê yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî bona piştrastkirina revandina wan li axa Libnanê, careka din li ser rewşa dagîrkirina Libnanê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve di wê demê de û rol û berpirsyariya hiqûqî ya wê rejîmê di vî warî de pêgîrî kir û anegorî şehedî û belgeyên ku li ser revandina van kesana ji aliyê Rejîma Siyonîst ve û veguhestina wan bo nav Erdên Dagîrbûyî, hene, ji sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî, Xaça Sor a Cîhanî û saziyên din ên mafên mirovan, dixweze ku erka xwe ya qanûnî di vê çarçoveyê de cih bînin û zextê bidin ser Rejîma Siyonîst ta ku wan kesên hêja azad bike.

Wezareta karên derve ya Îranê bi hêvî ye ku bi vê zûtirkê em bibin şehedê azadiya hemû dîl û girtiyên li zîndanên Rejîma Dagîrker a Siyonîst bi taybet 4 dîplomatên Komara Îslamî ya Îranê ji zîndanên bi xuf ên Rejîma Siyonîst û şopandin û mehkemekirina sebebkarên cinayetkar ên siyonîst di vî warî de. Komara Îslamiya Îranê, careka din li ser pêşniyara xwe ya ku li ser pêkanîna komîteyeka navneteweyî bona peydakirina rastiyan bona zelalbûna ber û layên vê bûyerê, pêgiriyê dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu