NûçeRojhilatanavinSûriye

4 hezar û 500 meyt ji 14 gornên komkî li reqayê hatin vedîtin

Konseya Şaristanî ya Reqayê qala vedîtina 4 hezar û 500 meytan ji 14 gornên komkî li Reqayê kiriye ku ji aliyê têrorîstên DAIŞê ve piştî kuştinê li van gornan hatine binaxkirin.

Li gorî rapora Kurtd Pressê ji zarê Hawar Newsê, Li gorî agahiyên bidesthatî ji Konseya Şaristanî ya Reqayê, piştî ku ev bajar ji bin dagirkeriya Koma têrorîst a DAIŞê hat rizgarkirin, 14 gornên komkî li vî bajarî hatin naskirin ku ji van gornan 4 hezar û 500 meyt hatione derxistin.

Konseya Şaristanî ya Reqayê ragihand: hewildanên jibo naskirina nasnameya kesên ku di van gornan da hatine definkirin, destpê bûye.

Başa dön tuşu