NûçeRojhilatanavinSûriye

4 otobosên hilgirê nexweş û birîndarên Foê û Keferyayê derbasî Helebê bûn

Hejmarek din a nexweş û birîndarên bajarokên dorpêçbûyî yên Foê û Keferyayê bi 4 otobos û 2 ambolansan derbasî Helebê bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a fermî ya Sûrîyê (SANA), hevgavê derbasbûna van otobos û ambolansan, bi sedan têrorîst jî ji taxên rojhilata Helebê ber bi devera Raşidînê li başûra rojavaya Helebê va derketin.

Li gorî vê raporê, bi zûtirkê yê komeke din a têrorîstan bi 20 otobosan ji taxên Zebdîye, Meşhed, Selahedîn û Ensarîyê bo devera Raşidînê bên veguhestinê.

Li halekî ku taxên rojhilata Helebê ji têrorîstan tên valakirinê, heta yekemîn qonaxa lihevkirina sêqonaxî ya derxistina sivîlan ji bajarokên dorpêçbûyî yên Foê û Keferyayê cih nehatîye.

Li gorî lihevkirina dewleta Sûrîyê û komên çekdar, di yekemîn qonxa vê lihevkirinê da divê 1250 welatîyên nexweş û birîndar ji bajarokên dorpêçbûyî yên Foê û Keferyayê derkevin.

Têrorîstên El-Nusrê roja yekşemê çend otobosên ku jibo veguhestina nexweş û birîndarên bajarokên dorpêçbûyî yên Foê û Keferyayê ber bi parêzgeha Idlibê va hatibûn şandinê, şewitandin.

Ji hêla din va civîna roja çarşemê ya komên têrorîst li Sûrîyê jibo ku bibin yek, tûşî işkestê bû.

Li gorî rapora mêdyayên sûrî, civînek bi pişkdarîya serokên koma têrorîst a Ehra ul Şamê jibo dengwergirtina têkildarî yekbûna ligel koma têrorîst a El-Nusrê û çend komên din pêk hat lê ev pêngava ji ber neyarîya pirranîya serokên vê koma têrorîst nemaze Elî Umer serkirdê nû yê wê serkevtî nebû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu