ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Divê têrorîst ji Idlibê derkevin

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê got: Sûrîye niha mijûlê paqijkirina tam a vî welatî ji têrorîsmê ye û têrorîstên mayî ji wan Tehrîr ul Şam (Cebhet ul Nusre) divê ji Idlibê derkevin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Mihemedcewad Zerîf îro dema gihîşte balafirgeha navnetewî ya Şamê li koma nûçegihanan got ku piştî serketinên baş ên Bereya Berxwedanê li hemberî komên têrorîst li Sûrîyê dema jinûve avakirina vî welatî giheştîye û welatên hevgirtîyê istiratêjîk êm Sûrîyê têda pişkdar in.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê herwiha got: Divê yekperçetîya axa Sûrîyê were parastinê û hemî etnîk û kom li vî welatî bi hev ra di bin ala Sûrîyê demajoya jinûve avakirinê destpê bikin.

Zerîf herwiha got: Di civîna Têhranê de ku yê di 7`ê Îlonê de bi pişkdarîya serokomarên Îran, Rûsîye û Tirkîyê wekî welatên garantorê rêketinamên Astanê were lidarxistinê, her sê welat yê çawanîya serederîya digel paşmayîyên komên têrorîst nemaze Cebhet ul Nusrê li Idlibê binirxînin.

Wî herwiha bi gotina vê yekê ku di civîna Têhranê de yê hevdengîya ji bo domandina demajoya sîyasî ya Astanê û sekinîna li hemberî têrorîstên li Sûrîyê bên hilkolandinê, dîyar kir: Karên mirovî tên şopandinê, awareyên sûrî dizvirin welatê xwe û welatên cînar roleke girîng di vî warî de hene.

Mihemedcewad Zerîf Wezîrê Karên Derve yê Îranê îro giheşte Şamê û piştî ku bi awayekî fermî ji hêla Feysel Miqdad alîkarê wezîrê karên derve yê Sûrîyê va hat pêşwazîkirinê, ji bo zîyareta tirba hezreta Zeynebê (S) derbasî Devera Zeynebîye ser bi Şamê bû.

Başa dön tuşu