ErebîstanNûçeRojhilatanavin

4 welatên ereb peyvendiyên xwe li gel Qeterê qut kirin

Erebîstana Siûdî, Bahreyn, Misir û Îmarata Erebî bi sedema ku ewlehiya welatê wan dikeve xeteriyê têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Qetarê re birîn.

Her 4 welatên erebî qada xwe ya hewayî û deryayî ji Qetarê re girtin û daxwaz ji rêvebiriya Qetarê kir ku di nava 48 seetan de hemû dîplomatên xwe pere paş bikşîne.

Herwiha Erebîstana Siûdî di daxuyaniya xwe de ragihand ku rêvebiriya Qetarê piştgiriya grûbên terorîst dike û kraliyet ji bo parastina welatê xwe ji terorîzm û tundrewan gaveke wiha pêwist dîtiye.

Siûdî di dirêjiya daxuyaniya xwe de got: “Em bangî hemû welatên dost û bira dikin ku heman helwestê bigirin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu