ÎranNûçeRojhilatanavin

4 wezîrên ku serokomarê Îranê ji bo meclisê dabûnnasandin dengê erê bi dest xistin

Nûnerên Meclisa Şûwra Îslamî ya Îranê şeva çûyî dengê erê dan 4 wezîrên ku serokê Komara Îslamî ya Îranê ji bo postên wezareta `Pêşe, maden û ticaretê`, wezareta `Karûbarên Aborî û Daratiyê`, wezareta `Teawun, kar û tenahiya civakê` û wezareta `Rê û bajarsaziyê` dabûn nasandin.

Li gor rapora IRNA, Reza Rehmanî bi 203 dengên erê, 49 dengên Na û 13 dengên bêteref bû wezîrê `Pêşe, maden û ticaretê`, Ferhad Dijpesend bi 200 dengên Erê, 50 dengên Na û 15 dengên bêteref bû wezîrê `Karûbarên Aborî û Daratiyê`, Muhemed Şerîetmedarî bi 196 dengên Erê, 63 dengên Na û 5 dengên bêteref bû wezîrê `Teawun, kar û tenahiya civakê` û Muhemed Îslamî jî bi 151 dengên erê, 98 dengên Na û 8 dengên bêteref bû wezîrê `Rê û Bajarsaziyê`.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî ji bo berevaniya ji wezîrên pêşniyarkirî li meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê axivt.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja şemê 21 Cotmehê li nameyekê de  çar kesên hanê wek wezîrên xwe yên pêşniyarkirî ji bo wezaretên `Pêşe, maden û ticaretê`, `Karûbarên Aborî û Daratiyê`,  `Teawun, kar û tenahiya civakê` û  `Rê û bajarsaziyê` ji serokê meclisê Elî Larîcanî re dabûn nasandin.

Başa dön tuşu