FilistînNûçeRojhilatanavin

Berbendên hesin ên pêşberî mizgevta Eqsayê hatin rakirinê

Hêzên polîs ên Rêjîma Sîyonîst berbendên elektironîk û hesin ên li Bab ul Esbatê li derdora mizgevta Eqsayê rakirin.

Li gorî rapora kanala nûçan a Al Alamê, eskerên rêjîma dagirkierê Qudsê duh danê êvarê piştî rakirina berbendên hesin li pêşberî Bab ul Esbatê, kamera jibo çavdêrîya ser gel danîn dewsa wan.

Şêx Mihemed Hisên muftîyê Qudsê ragihand ku alim û melayên Qudsê rewşê bi awayekî meydanî û berî biryardayîna li bara derbasbûna nav mizgevta Eqsayê dişopînin.

Eva li halekî ye ku filistînî hela jî derbasî mizgevta Eqsayê nebûneû li benda daxûyanîya alimên dînî yên Qudsê ne. Bi hezaran kes ji gelê Filistînê li Qudsa dagirbûyî îro dîsan jî nimêja sibê derveyî vê mizgevtê kirin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu