IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: Dema hilbijartinan paşda nakeve

Serokwezîrê Iraqê pêgirî kir ku dema lidarxistina hilbijartinan li welatê wî paşda nakeve.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Al Naşrê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê ragihand: Dema hilbijartinan paşda nakeve. Em ji bo qahîmkirina cîgeha serwerî ya Iraqê hewil didin û bi tu alîyekî re ku ji bo pişkdarîya alîyekî çekdar li demajoya hilbijartinan hewil dide, muzakirê nakin.

Wî herwisa wade da ku têrorîsma leşkerî li welatê xwe kuta bike.

Serokwezîrê Iraqê pêgirî kir: Tu pêngaveke dewletê ji bo vegerandina bi zorê ya awareyan bo deverên xwe pêk nayê.

Wî herwiha got: Em têkildarî meseleya dayîna miaşên hemî karmendên Herêma Kurdistanê cidî ne û ji bo çareserkirina hemî pirsgirêkên mayî hewil didin.

Başa dön tuşu