Hevdengkirê karûbarên însanî yê NY li karûbarên Yemenê diyar kir: Îro rojê zêdetir ji 400 hezar zarokên yemenî di rewşa bedxwarekiyê de ne.
Li gorî rapora IRNA`yê, Cîmî Mek Goldrîk li gotûbêja bi rojnamên Yemenê re destnîşan kir: NY dixweze rewşê jibo destpêkirina şêwirînên navbera grûpên yemenî bi mazûvaniya Kuweytê bê xweş kirin da ku rê jibo bidestxistina rêçara qeyrana Yemenê vebe. jiber ku îro rojê zêdetir ji 400 hezar zarokên yemenî bi bedxwarekiyê rûbirû bûne û hevgav zêdetir ji 10 milyon kes ji xelkê Yemenê jî hevcedarê alîkariyên destxwe ne.
Êrişên Erebistanê ser Yemenêm tu encamek xêncî kuştina bêrehmane ya 7 hezar jin û zarokên yemenî û birîndarbûna bi dehan hezar kesî û awarebûna bi sedan hezar kesên din tine bûye. Li encama êrişên hanê zêde ji sedî 80 yê binavahiyên hîndekariyê, xizmetkirinê, dermankirinê û nexweşxane, depoyên derman û xawrekê, xwendingeh û malên xelkê Yemenê hatine kavilkirine û xelkê vî welatî li dû dorpêça hewayî, bejahî û deryayî di rewşeke aloz de jiyana xwe derbas dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)