IraqNûçeRojhilatanavin

Zêde ji 100 terorîst li Mûsila Iraqê hatin kuştin

Polîsê Iraqê roja îniyê ji mirina 101 terorîstan û teqandina 15 trombîlên bombekirî li beşa rojhilata Mûsilê agahî da.

Ebdulxenî El Esedî, qumandeyekî yekîneya dijî terorîsmê ya artêşa Iraqê, ragihand, bi pêşveçûna van hêzane ji rojhilata Mûsilê û ketina nav navçeya Qudsê ya di vî bajarî de, di pratîkê de qonaxa duyemîn a operasyona Mûsilê ji roja pêncşemiyê ve dest pê bûye.

Li gorî nûçeyeka din saziya agahiyên leşkerî yên artêşa iraqê, bal kişand ser teqandina sê trombêlên bombekirî yên terorîstan li navçeya Tarimiye ya li bakûrê Bexdaya paytexta Iraqê, ragihand, sê sebebkarên teqandinê dil hebûn van trombîlan li navçeya Kazimêyn a Bexdayê biteqînin.

Duh jî dema teqîna trombîleka bombekirî ya li kolana taxa El Mealifê li başûrê Bexdayê, kesek hate kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûn.

Koma terorîst a DAIŞ`ê hewl dide  bi êrişa ser kesên sivîl ji riya operasyona terorîstî pêşiya pêşveçûna hêzên ewlehiya Iraqê li Mûsilê bigire. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu