Fermandeyên hêza deryayî ya Sipahê Pasdaran û Artêşa Îranê li ser sekinîna li hember pîlan û gefên dijminan pêgirî kirin.
Li gorî rapora Sipah News`ê, li hevdîtina roja Şemiyê ya emîrê deryadar Hisên Xanzadî, fermandê hêza deryayî ya Artêşa Îranê bi serdarê deryadar Elîriza Tengsîrî, fermandê hêza deryayî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî re, her du aliyan iqtidara berevaniyê û hêza pêbawer a pêşîlêgirtinê ya Îrana Îslamî, encama yekbûn û yekperçetiya hêzên çekdar dan zanîn.
Deryadar Xanzadî û deryadar Tengsîrî, herwiha kêfxweşiya xwe ji ber hevdilî, biratî û yekbûna di navbera Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî û Artêşa Îranê de nîşan da û berfireh û kûrkirina peywendî, hevkarî û bihevrexebitînan bona cihanîna baştir a pêsparteyên ku ji bo parastina herêma deryayî ya Îrana Îslamî ser milê wan e, pêwîst dan zanîn.