ÎranNûçeRojhilatanavin

41 kes ji ber ku neqanûnî ketibûne nav axa îranê li Xurasana Rezevî hatine girtin

Qumandê hêza parastina sînorên parêzgeha Xurasana Rezevî li bakûra rojhilata îranê ragihand ku li 2 rojên bihurî 41 kes ji ber ku neqanûnî ketibûne nav axa Îranê hatine girtin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Mêhr News`ê, Serdar Sertîp Maşaellah Cannisar qumandê hêza parastina sînorên parêzgeha Xurasana Rezevî li bakûra rojhilata îranê ragihand ku li 2 rojên bihurî 41 kes ji welatiyên Efxanistanê ji ber ku neqanûnî ketibûne nav axa Îranê ji aliyê navenda sînorvaniya bajarê Tayibadê hatine girtin.

Qumandê hêza parastina sînorên parêzgeha Xurasana Rezevî estnîşan kir ku hêzên sînorvaniya Komara îslamî ya Îranê bi hemû hêza xwe ji hemû sînorên welêt parêzvaniyê dike û pîşiya destdirêkeran digire.

Bajarê Tayibadê 90 kîlomitr sînorên hevpar tev Efxanistanê heye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu