NûçeFilistînRojhilatanavin

44 operasyonên berxwedanê ya filistîniyan di 24 sietên buhurî da

Filistînîyan di 24 sietên buhurî de, 44 operasyonên Berxwedanê dijî esker û bajaroknişînên siyonîst bi cih anîne.

Navenda ragihandinê ya Filistînê roja Pêncşemiyê ragihand ku di 24 sietên buhurî de, 44 operasyonên berxwedanê li Rexê Rojavayê Çemê Urdinê û Qudsê şopandine ku yên herî giring, 11 operasyonên gulleavêtinê, avêtina teqemeniyan û Koktêl Molotofê, rawestana li ber êrişên bajaroknişînên siyonîst û têkbirina erebeyên wan bûne.

 Têkoşerên Berxwedanê li 9 cihên curbicur li Nablosê eskerên dagirkir ên Rejîma Siyonîst dan ber êrişan.

 Têkoşerên Berxwedanê li xala lêgerînê ya Salimê li Cênînê gulle avêtin û li êrişa bajarê Berqînê eskerên siyonîst ên dagirker kirin hedef.

 Her wiha filistîniyan ber bi hêzên siyonîst ên dagirker li gundê Nebî Salhê li Ramullahê û qereqola Qelendiyayê li Qudsa dagirbûyî teqemenî avêtin.

 Ciwanên filistînî bersiva 3 êrişên bajaroknişînên siyonîst li navçeyên cuda dan û bi kevir û koktêl molotêfan erebeyên wan têk birin.

Li 19 cihên Quds, Ramullah, Nablos, Beyt Lehm û El-Xelîlê navbera ciwanên filistînî û eskerên siyonîst pevçûn derkertin ku di encama wê de ciwanan ber bi hêzên siyonîst ên dagirker va kevir avêtin.

Siyonîst heta niha li başûrê erdên dagirbûyî û li navçeya Xezeyê bi filistîniyan re diketin pevçûnê lê a niha Rexê Rojavayê Çemê Urdinê li rojhilatê Filistînê ji ber çekdarbûna ciwanên wê bûye kemîngehek bo siyonîstên tirsonek û xew ji çavê wan revandiye.

Başa dön tuşu