NûçeRojhilatanavinSûriye
47 serbazên Tirkîyê li Sûrîyê hatin kuştinê û birîndar bûn

Di encama opêrasyona dorpêçkirina bajarê El-Bab li Sûrîyê da, serbazên Tirkîyê ketin ber çend êrişan û di encamê da 14 eskerên vî welatî hatin kuştinê û 33 kes jî birîndar bûn ku tê gotin rewşa 6 kes ji wan xedar e.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, artêşa Tirkîyê bi daxûyanîyekê ragihand ku 10 serbazên vî welatî di encama êrişa bi teqandinê ya DAIŞ`ê li bajarê Babê li bakûra Sûrîyê da hatin kuştinê û 18 kes jî birîndar bûn.
Li gorî daxûyanîya artêşa Tirkîyê, 4 serbazên vî welatî jî di encama teqîna bombeke li rex cadê û şerê li hemberî têrorîstên DAIŞ`ê li nêzîkî bajarê Babê hatin kuştinê û 15 jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)