EfxanîstanIraqNûçeRojhilatanavinSûriye

5 hezar DAIŞî li Efxanistanê bi cih bûne

Rayedarên Istixbarata Rûsiyê diyar kirine ku çiqeke DAIŞ`ê kariye ku nêzîkî 5 hezar hêzan li sînorên bakurê Efxanistanê û komarên serbixwe yên Sovyetê werbigre.

Li gorî rapora Mêhr News`ê û ji zarê Eruo News`ê, Elêksander Borteîkof serokê Rêxistina Istixabarata Rûsiyê li civînekê bi rayedarên  Rêxistianên  îstixbaratî hejmarek ji welatên derdora Ûrasiyayê ji ber bicihbûna dubare ya  komên terorîstî li wilayetên  bakurê Efxanistanê dilgianiya xwe da diyarkirin.

Wî her wiha raghand ku koma nasiyar bi Wilayeta Xuresanê ku yek ji çiqên xwecihî yên  DAIŞ`ê tê hesabê, kariye ku 5 hezar hêzan ji van navçana wergire.

Wî her wiah got: Ew her wiha hewl didin li navçên ku dewleta Sûriyê kontrolek ser wan tine ji nû hin koman pêk bînin an li kampên penaberan xwe veşêrin.

Li gorî gotina  Bortenîkofê endamên  van komên terorîstî ku  têkildarî sûçên organîzebûyî ne hewl didin bi veşartina pênase û howiyeta xwe wek panebr û koçber derbasî nava  komarên  serbixwebûyî yên berê bibin.

 Li gorî raghandina karanan, paşmayiyên  DAIŞ`ê piştî işkestên zav li Iraq û Sûriyê hewl didin hêzên xwe li cihên din ên cîhanê ji wan bakurê Efrîqayê û başûrê rojhilata  Asiyayê bi cih bikin.

Başa dön tuşu