EfrîqaEwropaNûçe

Li eyaleta Kalûfurniyayê Xwenîşandana seranserî li dijî Trump ev du şev in didome

Neraziyên emerîkî êvara pênşemiyê bo şeva dudiyan jibo protestokirina serketina Donald Trump li hilbijartinên serokkomariya Emerîkayê li serasnerê vî welatî xwenîşandan birê xistin û agir berdan helametên Trump û alaya Emerîkayê.

 Li eyaleta Kalûfurniyayê bi sedan xwendevanên lîseyê û xwendekar pênşemiyê neçûn ser polên dersê û neraziyên din ên bajarên Losancilês û San Fransîskoyê tevlî wan bûn.

li gorî raporan, polîs bi dehan kes ji neraziyan li van du bajarên mezin  ên Emerîkayê girtiye. Xwenîşandanên din jî li Mînyapolîs, Niyoyrk, Waşengton  DC û Têgzasê hatien li dar xistin.

Hejmarek ji neraziyan jî pênşemiyê hevgavê yekim hevdîtina Obama, serokkomarê Emerîkayê tev Donald Trump wek serokkomarê bijartî li koşka sipî, xwenîşandanek ji ber koşka sipî destpê kirin û heya  ber hotêla navneteweyî ya Trump meş û rêpîvan birê xistin.

Neraziyan ku plakardên li dijî nijadperestiyê girtibûn destê xwe diqîrandin û hin slogan li dijî Trump avêtin. xwenîşanderên hêersbûyî li Niyoyorkê agir berdan  alaya Emerîkayê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu