BehreynNûçeRojhilatanavin

5 hezar kes ji ber baweriyên xwe li girtîgehên Behrêynê zindanî ne

Navenda Gotûbêj û Tesamuhê ya Behrêynê ragihand ku 5 hezar kes ji ber baweriyên xwe li girtîgehên Behrêynê zindanî ne.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya Ajansa nûçeyan a FARS`ê ji zarê Mêrat El Behrêynê, Mêysem Selman, serokê Navebnda Gotûbêj û Tesamuhê ya Behrêynê, got: Ji van 5000 zîndaniyên ji ber baweriyê, 200 kes jî bûne goriyê zexta zêde ji astê, îşkence û kuştinê li van zîndanan.

Wî bal kişand ser vê yekê ku mafên mirovan li Behrêynê her wekî rewşa siyasî ya vî welatî ber bi nebaşbûnê ve diçe û herwiha got: Bêserûberiyên berdewam ên di warê mafên mirovan li vî welatî ji ber bêdengiya civata navnetewî ji wan Amerîka û Ingilistanê li hember kiryarên serkutker ên Rejîma Alê Xelîfê, pêk tên.

Serokê Navebnda Gotûbêj û Tesamuhê ya Behrêynê ji taximên navnetewî yên dîplomatîk xwest dadgehên şalakvanên siyasî û mafên mirovan li Behrêynê bişopînin, şidetên ku dijî wan cih tên qeyd bikin û li sefer û seredanên dîplomatîk, haje rewşa kesên girtî hebin.

Başa dön tuşu