LubnanNûçeRojhilatanavinSûriye

Seyyid Hesen Nesrellah : “Em dixwazin sînorê Libnan û Sûriyê ji DEAŞê paqij bikin”

Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Seyyid Hesen Nesrellah diyar kir ku ew dixwazin DEAŞê ji sînorê Libnan û Sûriyê paqij bikin.

Seyyid Hesen Nesrellah, di axaftina xwe de ku li ser televizyonê zindî hat weşandin der barê operasyona Artêşa Libnanê li ser DEAŞê de agahî dan.

Seyyid Hesen Nesrellah diyar kir ku Artêşa Libnanê 19ê Tebaxê li herêma çiyayî ya rojhilatê bakurê welat li dijî DEAŞê operasyon da destpêkirin û li aliyê Sûriyê jî hêzên arteşa Suriye û Hizbullahê operasyoneke din dimeşînin.

Sekreterê Hizbullahê li ser operasyonê wiha axivî:

“Armanca me paqijkirina DEAŞê ye ji sînorê Libnan û Sûriyê. Eger em DEAŞê ji sînorê Libnanê heta hundirê Sûriyê dûr bixin, emê rê li ber rijandina xwîna eskerên Libnanê bigirin. Loma em dixwazin sînor paqij bikin û eskerên Libnanê bi selametî vegerînin malên wan.”

Li ser paşdeçûna DEAŞê û muzakereyên bi vê rêxistinê re jî got:

“Hedefa me kontrolkirina rojavayê Qalemûnê heta sînorê Sûriye-Libnanê ye. Bi vî awayî dê DEAŞ li Dêra Zorê asê bimîne. DEAŞê ji bo muzakereyan têkilî bi Hizbullahê re danî. Dema me li ser şert û mercan li hev kir dê agirbest were îlankirin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu