ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Rêberê cîhana Islamî: Remza serketinên vê dawîyê yên Iraqê, tifaq û piştgirîya ciwanên bawermend û wêrek e

Hezretê ayetulah Xaminêyî îro li hevdîtina digel Heydr Ebadî serokwezîrê Iraqê ku li Têhranê pêk hat, piştgirî da pêngavên dewleta Iraqê ji bo parastina serwerî û yekperçetîya axa vî welatî û Iraq welatekî dîyarkir û girîng li cîhana ereban bi nav kir.

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî bi piştgirîya ji hewldanên dewleta Iraqê ji bo berfirekirina peywendîyên digel welatên cînar û navçê pêgirî kir: Di eynî demî de divê têkildarî fêlbazîya amerîkîyan baldar bin û tu wexta bawerîya xwe bi wan neynin.

Hezretê ayetulah Xaminêyî herwiha bi bîr xist: Amerîkîyan xwe DAIŞ pêk anîn lê niha ku têrorîst li hemberî dewlet û gelê Iraqê tûşî işkestê bûne, xwe hevrê û hevdengê vê alûgura girîng nîşan didin helbet bê guman her dema mecalê bi dest bixin yê dîsan derbê li Iraqê bidin.

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî  bi piştgirîya ji berfirekirina giştalî ya peywendîyên Têhran-Bexdayê di warên curbicur de, ji Heyder Ebadî re got: Eva ku gelên navçê bala xwe didin ser serketinên Iraqê, hasila hewldan û wêrekîya gelê Iraqê, we û berpirsên din ên iraqî ye.

Serokwezîrê Iraqê jî li vê hevdîtinê bal kişand ser hewldanên gel û ciwanên iraqî ji bo parastina tifaq û yekperçetîya axa vî welatî û got: Em bi baldarîyeke tam tifaq û yekperçetîya axa Iraqê diparêzin û çawan ku me berê jî ji birayên xwe yên li Herêma Kurdistanê re gotibû, em rê nadin xetera perçekirinê gefan li Iraqê bixwe.

Heyder Ebadî ji ber piştgirîyên Têhranê ji Bexdayê di warê têkoşîna dijî têrorîsmê de bi dil û can sipasîya Îranê kir û got: Em bi meyl û coşeke tam ji bo berfirekirina peywendîyên digel Komara Islamî ya Îranê hewl didin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu