EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

5 xwekujan êrişî nexweşxaneya leşkerî ya Kabîlê kir: 2 kuştî û 15 birîndar

Li gorî zanyariyên berdest, li nexweşxaneyeke leşkerî ya Kabîla Afganistanê pêşî teqînek pêk hat û paşî jî dengê çekan bilind bû.

Li gorî daxuyaniya berpirsên ewlehî yên Afganistanê 5 xwekujan êrişê nexweşxaneya nêzîkî Balyozxaneya Amerîka ya li Kabîlê kirin.

Berpirsên ewlehî di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihandin ku yek ji xwekujan li devê deriyê nexweşxaneyê xwe teqand û 4 xwekujên din jî ketine nava avahiya nexweşxaneyê û li wir bi hêzên ewlehî re şer dikin.

Herwiha li gorî nûçeya Tolo Newsê ku dispêre bijîşkên nexweşxaneyê şer û pevçûna di navbera xwekuj û hêzên ewlehî de li qata 4 û 5emîn de didome, heta niha 2 kesan jiyana xwe ji dest daye û 15 kes jî birîndar bûne.

Wezîrê Navxweyî yê Afganistanê Sediq Sedîqî ragihand ku hêza ewlehî bersiva êrişan daye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu