Mafên MirovanNûçeRojhilatanavin

5 zîndaniyên iraqî ji Îranê şandin Iraqê

Birêveberê Nivîsgeha Hevkariyên Navneteweyî li wezareta Dadweriya Îranê ragihand ku 5 zîndaniyên iraqî ku zîndanên Îranê de dewra hewsa xwe derbas dikirin şandine Iraqê da ku li welatê xwe desra zîndanîbûna xwe bi dawî bînin.

Birêveberê Nivîsgeha Hevkariyên Navneteweyî li wezareta Dadweriya Îranê îro li hevpeyvîna bi nûçegihanê IRIB Newsê re got: Me 5 zîndaniyên iraqî ku zîndanên Îranê de dewra hewsa xwe derbas dikirin bi hevahengiya navbera wezaretên dadweriyê, hevkariya wezaretên derve û teşkîlatên dadweriyê yên du welatan, şandin Iraqê daku dema mayî ya hewsa xwe li Iraqê derbas bikin.

Birêveberê Nivîsgeha Hevkariyên Navneteweyî li wezareta Dadweriya Îranê got ku ev zîndaniyana me ji sînorê Temerçînê dane destê rayedarên iraqî.

Hefteya bihûrî jî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê Sadiq Husên Cebarî Ensarî got ku li gor Lihevkirina hevkariyê ya navbera Îran û Komara Azerbaycanê 5 zîndaniyên îranî li Komara Azerbaycanê bi 4 zîndaniyê azerî yên li Îranê re bi hev re hatin veguhertin daku dema mayî ya hewsa xwe li welatên xwe derbas bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu