NûçeRojhilatanavinSûriye

5490 welatiyên sûrî ji aliyê DAIŞ`ê ve hatine îdamkirin

Koma nasiyar bi çavdêrê mafên mirovan a Sûriyê roja îniyê li raporekê ragahnd ku koma terorîstî ya DAIŞ`ê li 53 mehên buhurî pênc hezar û 490 kes li Sûriyê îdam kirine.

 Li gorî rapora IRNA`yê, çavdêrê mafên mirovan a  Sûriyê li Londonê destnîşan kir ku kesên hanê  bi şêwazên curbicur mîna  gulleavêtin, serjêkirin, recmê, şewitandin û li bilindahiyê xistê hatine îdamkirin.

DAIŞê di vê midehê de, 586 kes ji endamên  xwe li navçên  curbicure  Sûriyê îdam kiriye.

Koma terorîstî ya DAIŞê ku ji aliyê Emerîka û hin  rejîmên ereb ên Rojhilata Navîn piştgirî dibe heya niha gelek cinayet li navçê bi taybet li Sûriyê kirine.

Başa dön tuşu