Koma nasiyar bi çavdêrê mafên mirovan a Sûriyê roja îniyê li raporekê ragahnd ku koma terorîstî ya DAIŞ`ê li 53 mehên buhurî pênc hezar û 490 kes li Sûriyê îdam kirine.
Li gorî rapora IRNA`yê, çavdêrê mafên mirovan a Sûriyê li Londonê destnîşan kir ku kesên hanê bi şêwazên curbicur mîna gulleavêtin, serjêkirin, recmê, şewitandin û li bilindahiyê xistê hatine îdamkirin.
DAIŞê di vê midehê de, 586 kes ji endamên xwe li navçên curbicure Sûriyê îdam kiriye.
Koma terorîstî ya DAIŞê ku ji aliyê Emerîka û hin rejîmên ereb ên Rojhilata Navîn piştgirî dibe heya niha gelek cinayet li navçê bi taybet li Sûriyê kirine.