EfrîqaNûçeRojhilatanavin

6 kes li Endonêzîyê bi dû hilbijartinan hatin kuştinê

Lêgerê Navenda Polîsên Endonêzîyê ragihand ku piştî ragihandina encama hilbijartinên serokomarîyê, nerazîyên piştgirê general Pirapbû Sobîyanto reqîbê Coko Vîdodo serketîyê hilbijartinan li kolanên Cakartayê dest bi xwenîşandanê kirin. Di encama pevçûnên têkildarî vê yekê jî 6 kes hatin kuştinê û 200 kes jî birîndar bûn.

Ligorî rapora Jakarta Post`ê, Komsyona Hilbijartinên Endozênîyê duh ragihand: Serokomarê niha yê Endonêzîyê Coko Vîdodo sedî 55.5`ê dengan bi dest xistîye û serketîyê vê dewra hilbiajrtinan e û Pirabû Sobîyanto jî sedî 44.5`ê dengan bi dest xistîye. Sobîyanto xwe serketîyê hilbijartinan ragihandibû û hişyarî dabû ku heke encam bilî vê yekê be, piştgirên wî dê encamê qebûl nekin û dakevin kolanan.

Dewleta Endonêzîyê jî ji nerazîyan xwestîye ku xwe ji xwenîşandana nerazîbûn û şîdetê dûr ragirin û nerazîbûna xwe bi awayekî qanûnî hilêxin.

Hêzên Polîs 58 xwenîşanderên nerazî girtine. Di encama şîdeta bi dû vê xwenîşandanê de 14 maşîn ji wan 3 maşînên polîsan hatin şewitandinê.

Başa dön tuşu