IraqNûçeRojhilatanavin

6 serkirdên DAIŞ`ê li Mûsilê hatin kuştinê

Di encama êrişa hewayî ya artêşa Iraqê ser baregeheke têrorîstên DAIŞ`ê li devera Sewq Şearînê li rojavaya Mûsilê da, 6 serkirdên vê komê hatin kuştin.

Li gorî rapora malpera SOMERIYE NEWS`ê, dayra lêzanînên serbazî ya Iraqê bi daxûyanîyekê ragihand ku 6 serkirdên hanê welatîyên Ûrsêt, Fransa, Tirkîye, Megrib û Ingilîsê bûne.

Necm Cibûrî fermandarê opêrasyona azadkirina Mûsilê jî duh danê êvarê bi daxûyanîyekê ragihand, bi dehan endamên koma têrorîst a DAIŞ`ê bi dû têkçûna refên wan ên berevanîyê li beşa rojavaya Mûsilê, xwe radestî hêzên iraqî kirin.

Di daxûyanîya fermandeyê opêrasyona azadkirina Mûsilê da hatîye: Gellek têrorîst û serkirdên wan revîne yan hatine kuştinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu