CîhanEwropaNûçe

60 caran gulleavêtin li cihên curbicure Emerîkayê

18 kes li 60 caran gulleavêtinên raghandinî li eyaletên curbicure Emerîkayê hatine kuştin û 44 kesên din jî birîndar bûne.

 Li gorî rapora navenda tomarkirina  tund û tûjiyên  çekdariyê li Emerîkayê, piraniya  gulleavêtinên  hanê, roja  şemiyê li eyaletên  OKlahoma, Pênsîlwana, Mînê Sota û Têgzasê qewimîne.

Her wiha 121  caran  gulleavêtin li 24 sietên  şemiyê li eyaletên  curbicure Emerîkayê hatine weşandin ku  li encama wan 41 kes hatine kuştin û 71 kes jî birîndar bûne.

Li gorî vê raporê, li 48 sietên buhurî, 181 gulleavêtin li Emerîkayê hatine  raghandin ku li encama wan 59 kes hatine kuştin û 116 kes jî birîndar bûne.

Salê hezaran  kes li encama  gulleavêtina  bi çekên gerim  li cihên curbicure Emerîkayê tên kuştin an birîndar dibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu