60 hêzên taybet ên Rejîma Siyonîstî, roja înê derbasî balefirgeha navneteweyî ya Menamê, paytexta Behreynê bûn.
Li gorî rapora IRNA`yê û ji zarê malpera nûçan a Panaroma El-Şerq El-Ewset hêzên taybet ên Rejîma siyonîstî bi balefireke hêla hewayî ya Qeterê rasterast ji Telavîvê derbasî nav Menamê bûn.
Li gorî vê raporê, hêzên taybet ên Rejîma Siyonîstî tev xwesindûqên mezin rakiribpn ku muhtemel e kelûmelên taybet li gorî erkdariya wan li Behreynê ye.
ءalpera nûçan a Panaroma El-Şerq El-Ewset bal kişand ser vê yekê ku hêzên ewlehiyê yn Behreynê ji hêzên taybet ên Rejîma Siyonîstî li balefirgeha Menamê pêşewazî kirin, ragihand hêzên vê rejîmê bi trimbêlên wezareta karên derve ya Behreynê hatineguhestin bo ciheke nediyar.
Hêzên ewlehiyê yên Behreaynê li balefirgeha Menamê bi awayekî berfireh amade bûn û nehiştin rêwî ji siyonîstan wêne û fîlmê bigrin.
Tesahî Hengebî wezîrê karûbarên hevkariyên navçeyî li kabîna Rejîma Siyonîstî diyar kiriye Îsraîl û hikûmeta Behreynê peywendiyên nêzîk hene bi curekê ku hêzên ewlehiyê yên Alê Xelîfe ew demek e dewrên pêşketî yên ewlehiyê û serkutkirinê li Îsraîlê hîn dibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)