ÎranNûçeRojhilatanavin

Li Yasûcê 86 kes birîndar bûn

Serokê navenda orjansa duxtoriya Kehkilûye û Boyrehmedê li başûra rojavaya Îranê ragihand ji ber erdheja 4.8 rîştirî ya îro serê sibehê li Yasûcê 86 kes birîndar bûne ku ji bo dermankirinê bo nexweşxanan hatine şandin.

Li gor rapora IRIB Newsê, Erdhejeke 4.8 rîşterî îro serê sibehê Yasûc navenda parêzgeha Kehkilûye û Boyrehmedê li başûrê rojavayê Îranê û bajarên derûdor hejan.

Hatiye ragihandin ku ev erdheja li 5 kîlomitriya bin erdê qewimiye û ji ber vê erdhejê xelkê bajarên Yasûc, Çîtab û Sîsextê ev erdheja hês kirine.

Celal Pûranferd Serokê navenda orjansa duxtoriya Kehkilûye û Boyrehmedê ragihand ku ji ber vê erdhejê 86 kes birîndar bûne û hemû rakirine nexwaşxaneyan. Piştî dermankirinê 11 kes li nexweşxaneyê hatine razandin û yên mayîn jî rêkirine malên wan.

Celal Pûranferd ragihand ku piştî erdhejê hemû navendên alîkarî gihandinê ji wan nexweşxane, navendên dermankirinê û hêzên dine alîkarî gihandinê bi rewşa amade derhatin û çûne ciyên erdhejê bona alîkarî gihandina bi xelkê.

Çarşemê 2 Gulanê jî erdhejek bi giraniya 5.2 Rîşteran bajarê Sîsext û Yasûcê hejand ku ji ber wê xisar li malên xelkê van bajaran û gundên derûdore wan ket.

Başa dön tuşu