ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Hewil tê dayîn têrorîst bi berdêla herî kêm a mirovî ji Idlibê bên derxistinê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê bal kişand ser civîna serokên welatên garantorê Demajoya Astanê (Îran, Rûsîye, Tirkîye) ku wê di 7`ê Îlonê li Têhranê de bê lidarxistin û got: Hewil tê dayîn ku têrorîst bi berdêla herî kêm a mirovî ji Idlibê bên derxistin.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê ku li Şamê ye, ragihand ku li gorî lidarxistina civîna serokên Demajoya Astanê li Têhranê û herwiha rewşa gellekî nazik û hestyar a Idlibê, hewil tê dayîn ku derketina têrorîstan ji vê parêzgehê bi berdêla herî kêm a mirovî pêk were, lewma hin gotûbêj bi rayedarên sûrî re li Şamê hatin kirin.

Zerîf herwiha got: Gotûbêjên welatên garantorê Demajoya Astanê dê heta roja înîyê bên domandin ta ku pêşî li xisardîtina gelê Sûrîyê bê girtinê û têrorîst ji Idlibê derkevin.

Wezîrê karên derve yê Îranê roja duşemê çû Şamê û bi serokomar, serokwezîr û wezîrê karên derve yê vî welatî re gotûbêj kir.

Başa dön tuşu