NûçeRojhilatanavinSûriye

632 têrorîst êvara şemiyê ji Xûteya Rojhilat derketin

Li gorî rapora IRNAyê, ev 632 têrorîst bi 10 otobûsab ji Xûteya Rojhilat derketin û ber bi parêzgeha Idlibê li bakurê rojavaya Sûriyê va bi rê ketin.

Li gorî vê raporê, derketina têrorîstan ji Xûteya Rojhilat îro anku Yekşemiyê jî dê were domandinê.

Piştî wê ku berpirsên sûrî û navenda Aştiya Rûsiyê li Sûriyê digel endamên komên têrorîst ên hazir li Xûteya Rojhilat li bara radestkirina çekan li berdêla çûyîna bo navçeyên bin kontrola dijberên çekdar li bakurê Sûriyê li hev kirin, otobûs û ambolansên Heyva Sor a vî welatî gihîştin vê navçeyê.

Têrorîst ji roja Pêncşemiyê va li halê derketina ji Xûteya Rojhilat in.

Xûteya Rojhilat navçeyeka stratijîk li nêzikî Şama paytexta Sûriyê ye ku di bin dagirkeriya komên têrorîst da ye.

Têrorîst her wiha hger rojê ji aliyê Xûteya Rojhilat va gelê Şamê bi rokêt û topên hawanê didin ber êrîşê.

Artêşa Sûriyê bi armanca piştgiriya ji gelê vî welatî ji 26ê Sibatê va operasiyonek ji bo paqijkirina Xûteya Rojhilat ji têrorîstan dest pê kiriye. Heta niha sedî 90ê vê naavçeyê ji destê têrorîstan hatiye rizgarkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu