ErebîstanEwropaMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Firotina sîlehên Fransayê bo rêjîma siûdî jibo kuştina gelê mezlûm ê Yemenê

Serokomarê Fransayê bi dayîna îzna firotina sîlehên fransî bo rêjîma siûdî bi aşkirayî ev rêjîma jibo kuştina gelê bêberevan û mezlûm ê Yemenê han da.

Fransva Oland serokomarê Fransayê duh îzna firotina sîlehan bo Erebistanê bi bihaya 445 milyon euroyî da ku beşeke mezin a sîlehên hanê yê jibo êriş û destdirêjîya ser gelê Yemenê bê bikaranînê. Eva li halekî ye ku belgeya idarî ya firotina vê asta berbiçav a sîlehan bi hegera bikaranîna sîlkehên hanê li dijî Yemenê, pêrgî neyarî û sistîya kabîneya Fransayê û Wezareta Karên Derve ya vî welatî bûye.

Dema ku Fransayê ragihand di sala 2016`an da bi bihaya 20 milyar euroyî daxwaza sîlehan wergirtîye, bi rexnegirtina hin welatan ra rûbirû bû û gellek sazîyên navnetewî û nedewletî bi amajeya ser biryarnama 2216 ya NY, rola Erebistanê û welatên piştgirê wê li şerê dijî Yemenê, bi tundî şermezar kirin.

Erebistanê ji 26`ê Adara sala 2015`ê va bi piştgirîya Amerîkayê û welatên rojavayî dest bi êrişa ser gelê Yemenê kirîye ku di encamê da bi hezaran kes ji gelê vî welatî hatine kuştinê, birîndar bûne û bi milyonan kes jî koçber bûne. Sazîya Navnetewî ya Efûyê û civatên mafên mirovan jî bi amajeya ser radestkirina sîlehan ji hêla Ingilîs, Amerîka û Fransayê bo Erebistanê jibo bikaranîna dijî gelê Yemenê, kiryara welatên hanê bi tundî şermezar kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu