İslami Davet Kurdi Bange İslami

7 awareyên sûrî bi destê eskerên Tirkiyê ve hatin kuştin

Hêzên jandermeriya Tirkiyê heft awareyên sûrî ji wan jinek ku dixwestin derbasî nav axa Tirkiyê bibin bi derba gullê kuştin ku bi vî awayî hejmara awareyên sûrî ku îsal li sînorê Tirkiyê ji aliyê hêzên vî welatî hatine kuştin gihêşte 163 kesî.

 Li gorî rapora Sky Newsa erebî hêzên jandermeriya Tirkiyê ku sînorên vî welatî diparêzin duh li sê cihên  curbicur li zîvala  sînorî ya Sûriyê-Tirkiyê heft kesên  sivîl ên sûrî kunji şerê navxweyî li welatê xwe revîne û hewl didan derbasî nav Tirkiyê bibin kuştin.

li gorî ragihandina çavdêrê mafên mirovan a Sûriyê bi kuştina van heft kesana hejmara  kuştiyan li nav  awareyên sûrî  ku ji aliyê eskerên Tirkiyê ve hatine kuştin gihêştiye 163 kesan ku 31 kes ji wan zarok û 15 jin in.

Awareyên sûrî li navçên curbicure welatê xwe bitaybet li parêzgehên  Hesekê, Helebê û Idlibê ber bi sînorên  Tirkiyê direvin. Rêxistinên navneteweyî ji hêzên Tirkiyê xwestine ku bi wan kesana re baştir refarê bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version