NûçeRojhilatanavin

Helîkoptera leşkerî ket: 9 mirî

Şaxa Çapameniyê ya Wezareta Parastina Ozbekîstanê daxuyand ku helîkoptera ji cureya Mİ-171ê dema firînê de li wîlayeta Ferganayê dikeve rojhilatê welêt ketiye û di encamê de jî 3 karmendên kabînê, 6 jî leşker jiyana xwe ji dest dane.

Daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hikûmeta Ozbekîstanê ji malbata kesên di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwaze. Hate destnîşankirin ku komîsyonek taybet derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu