ÎranNûçeRojhilatanavin

Elî Şemxanî: Bersiva Îsraîlê misoger e, lê cih û dem di destê Îranê de ye

Sekreterê Encûmena Bilind ya Parastina Asayişa Nîştimanî ya Îranê Elî Şemxanî ragihand ku bersiva Îsraîlê misoger e, lê cih û dem di destê Îranê de ye.

Şemxanî îro sêşem êrîşa Îsraîlê li ser baregeha leşkerî ya Teyfûrê ya li Sûriyeyê kir ku çend leşkerên îranî tê de hatibûn kuştin bi bîr anî û ragihand ku “bersiva(me ji) Îsraîlê re misoger e lê cî û dema vê bersivê dê di destê Îranê de be.”

Di berdewamiya axiftinê de Şemxanî got, “derketina ji peymana sînordarkirina çekên nûklerî mafê hemû namzetên wê ye, eger bi xeterê hîs bikin”. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu