ÎranIraqLubnanNûçeRojhilatanavinSûriye

Rêkeftina navbera DAIŞ û Hizbullaha Lubnan-Îran-Sûriyê bi temamî bicîh hat

Dawiya meha Tebaxa îsal, terorîstên DAIŞê bi Hizbullaha Lubnan û Sûriye û Îranê re rêkeftinek kiribûn. Li gorî wê rêkeftinê, li hember wergirtina kuştî û dîlên Hizbullah û Îranê, komek çekdarên DAIŞê ji ser sînorên Lubnan û Sûriyê bo devera Dêrazorê ya Sûriyê, ku dikeve ser sînorên Iraq û Sûriyê, tên veguhestin.

Li gorî agahiyan, rêkeftin duh bi şev bi temamî bicîh hat. Çekdarên DAIŞê û malbatên wan, ku di nav otobûsan de hatibûn bicîhkirin, bi temamî derbasî Dêrazorê bûn. Hizbullahê 2 berpirsên DAIŞê berdan û DAIŞê jî çekdarekî Hizbullahê berda. Çend roj berê jî DAIŞê 2 kuştiyên Hizbullahê û kuştiyekî Îranê teslîmî Hizbullahê kiribû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu