İslami Davet Kurdi Bange İslami

7 terorîst li Iraqê hatin îdamkirin

Wezareta dadweriyê ya Iraqê, roja duşemiyê ji cihanîna hikmê îdama heft terorîstan agahî da.

Li gorî rapora malpera nûçeyan a El Melûme ya Iraqê, wezareta dadweriya vî welatî roja duşmê ragihand: Ev kesane bi tawana beşdariya li êrişên terorîstî û komkujiya sivîlan, roja duşemiyê hatin darvekirin.

Wezareta dadweriyê ya Iraqê ji sala buhurî ve cihanîna hikmên îdamê yên sûckaran û sebebkarên terorîstî destpê kiriye û heya niha çend hikmên îdamê jî cih anîne.

Vê wezaretxaneyê Adara buhurî jî ragihandibû ku hikmên îdama 13 kesan bi tometbariya kiryarên terorîstî cih hatine.

Ev karê wezareta dadweriya Iraqê, eger çi rastî hin nerazîbûna saziyên îdiakerê mafên mirovan bûye lê raya giştî ya vî welatî pêşwaziya wê kiriye û ewê ji bo parastina aramî û ewlehiya civakê pêwîst dizanin.

Li gorî rapora nivîsgeha Rêxistina Netewên Yekgirtî (NY) li Iraqê, di sala buhurî de bi awayekî navgîn her heyvê hezar kes di encama êrişên terorîstî yên li navçeyên curbicur ên Iraqê de hatine kuştin.

Exit mobile version