NûçeRojhilatanavinSûriye

7 zarok li êrişa terorîstan ser Şamê hatin kuştin yan jî birîndar bûn

Di encama ketina hawanekê ser taxa Berze El Beledê li Şama paytexta Sûriyê de, zarokek hate kuştin û şeş zarok jî birîndar bûn.

Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya AL ALAM`ê, ji bilî ku hawan li taxa Berze El Beledê ya Şamê ket, çend hawan jî li navça Cermanayê li dorhêla bajarê Çamê ket. Ev hawan ji veşartgeha komên terorîstên li dorhêla Şamê ve hatine avêtin.

Komên terorîstên li dorhêla rojhilat ji roja sêşemiyê va careka din bi binpêkirina hevhatina navçeyên kêmkşe, malên xelkê yên li bajarê Şamê dan ber hawan û mûşekan.

Di eynî demê de koma Endazyariyê ya artêşa Sûriyê, bombeyeka rex cadeyan li navça Museyê li bakûra rojhilata parêzgeha Derayê li başûrê vî welatî pûç kirin.

Li gorî nûçeyeka din Yekîneyên Parastina Gel a Kurdên Sûriyê (YPG) ragihandin: Bi sedan şervanên alîgirên Şamê ji bo sekinîna li hember êrişa Tirkiyê, li bereyên pêşîn ên Efrînê bicih bûne.

Eva li halekê ye ku Tirkiyê hişyarî daye eger hêzên sûrî bikevin nav Efrînê wê êrişî wan bike ji ber ku piştgîriya ji şervanên Kurd, ji wan re wek piştgîriya ji  PKK`ê ye.

Operasyona qaşo Çiqila Zeytûnê ya Tirkiyê, ji 20`ê Çilê va li navça Efrînê li bakûrê rojavaya Sûriyê destpê bûye. Dewleta Enqerê îdia kiriye armanca vê operasyonê jinavbirina terorîstên Partya Karkerên Kurdistanê (PKK), Partya Yekîtiya Demokratîk a Sûriyê (PYD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û DAIŞ`ê li Efrînê ye.

Wezareta karên derve ya Sûriyê bi şermezarkirina vê êrişê, ragihand: Ev karê Tirkiyê binpêkirina hakimiyeta neteweyî ya Sûriyê ye.

Başa dön tuşu