BehreynMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Alê Xelîfe behişt ku nimêja îniyê ya herî mezin li Behreynê birêve here

Nizama Alê Xelîfe cardin pêşiya birêvebirina nimêja îniyê ya herî mezin a behreyniyan girt.

Eva hefteya çaran e ku  rejîma Alê Xelîfe pêşiya birêvebirina nimêja îniyê li mizgevta Îmam sadiq (s) digre. li vê çarçêvê hejmareke zêde ji welatiyên behreynî kombûna  nerazîbûnê li rojava Menamê birêve birin.

Welatiyên behreynî li sloganên xwe kiryara Alê Xelîfê derheq girtina pêşiya birêvebirina  nimêja înê şermezarkirin.

Wan her wiha hin wêneyên ayetullah Şêx Îsa Qasim girtibûn destê xwe .

Behreniyan her wiha  bi hilgirtian hin plakardan bêdengiya civakên navneteweyî û bitaybet rêxistina  Neteweyên yekbûyî li hember kiryarên  serkutkerane yên Alê Xelîfê li dijî şîeyên  vî welatî şermezar kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu