IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyê hişyarî da: Amerîka DAIŞê ji Mûsilê dişîne Reqayê

Artêşa Sûriyê, Amerîka û hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê bi wê yekê tohmetbar kir, ku plan hene rê li ber çekdarên DAIŞê bidin da ku ji bajarê Mûsilê ve ber bi sînorê Sûriyê biçin û derbasî Reqayê bibin.

Fermandeyiya Giştî ya Artêş û Hêzên Çekdarên Sûriyê derbarê operasyona Mûsilê de daxuyaniyek belav kir.

Di wê daxuyaniyê de, Artêşa Sûriyê ragihand, Amerîka plan kiriye ku çekdarên DAIŞê ji Mûsilê derbasî nav axa Sûriyê bike.

Artêşa Sûriyê da xuyakirin: “Plan ev e ku rêyek ewle bo nav Sûriyê were vekirin û rê bi tundrewan were dan, ku hebûna xwe li rojhialtê Sûriyê bihêz bikin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu