IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

75`hezar gorên bikomî li Şengal ê

Komisyona Bilind ya Mafên Mirovan tekez kir ku hejmara gorên bikomî yên Kurdên Êzdî li Şengal ê dighîne 75 gor.

Endam ê Komisyonê Elî Beyetî di heyama belavokekê de ragihand ku guman heye ku hejmara gorên bikomî yên li Şengal ê bighîne 75 gor li gel 300 gor din li navçeyên ku di bin kontrola DAÎŞê de bûn,amaje bi wê yekê jî hat kirin ku divê ku di navbera 4 hezar heta 12 hezar term di wan goran de  derkevin.

Beyetî destnîşan kir ku gelek girînge ku ev komkujiya weke suceke navnetewî were hesbandin ji ber ku çeteyên biyanî jî di nav DAÎŞê de beşdar bûn, û ev gor dê bi amadebûn û hebûna tîmeke navdewletî werin vekirin.

Başa dön tuşu