ÎranNûçeRojhilatanavin

77 operasyonên dijminan li rojava û bakûrê rojavaya Îranê hatin pûçkirin

Fermandê hêza hewa- feza ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê, got: Ji Adara 2018`an ve heya niha, 77 operasyonên dijminan li rojava û bakûrê rojavaya Îranê hatin pûçkirin.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya IRNA`yê, serdar sertîp Emîr Elî Hacîzade, li rêûrisma Kongireya Netewî ya Serdar û 1400 şehîdên bajaroka Felawercanê li parêzgeha Îsfehanê li navenda Îranê, herwiha got: Pereyên Erebistan, Imarat û Rejîma Siyonîst bona bê ewlehkirina Îranê bêbandor bûne.

Serdar Hacîzade, pêgîrî kir: Bi hewldana hêzên çekdar ên Îranê, dijmin nekarî bigihîje armancên xwe.

Fermandê hêza hewa- feza ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê, bal kişand ser pêşketinên di warê leşkerî de yên Îranê û got: Komara Îslamî ya Îranê di warê leşkerî û çekdariyê de serketî bûye û li pişkên bejahî, deryayî û hewayî de destkevtên zav bi dest xistine.

Serdar Hacîzade, bal kişand ser boykota Îranê ya ji aliyê Amerîkayê ve û destnîşan kir: Îran dema destpêka serketina Înqilaba Îslamî ji hêla derkirrîna çekan ve hatibû boykotkirin û îro rojê jî ji hêla derfirotina wan ve hatiye boykotkirin.

Başa dön tuşu