CîhanEfrîqaNûçePakîstanRojhilatanavin

8 koçberan jiyana xwe ji dest da

Li bajarê Zuwareya Libyayê ku li ser keviya Behra Spî ye 6 ji wan zarok 8 koçberên di nava kamyonê de asê mabûn jehrî ketin û canê xwe ji dest dan.

Rêveberiya Ewlekariyê ya Zuwareyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyabiyek da û destnîşan kir ku li çolwarên Zuwareya ku bi qasî 110 kîlometroyan dikeve rojavayê Trablûsê, kamyonek dîtîne, li nava kaseya kamyonê nerîne ku 100 koçber tê de ne.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku koçber maweyekê dirêj di kaseya kamyonê de asê mane û 8 ji wan koçberan ji ber xaza ku ji sarkera wesayitê hatiye jehrî bûne û canê xwe ji dest dane.

Herwiha hat gotin ku ji wan koçberên ku canê xwe ji dest dan 6 zarok û yek jê jî jin e. 90 kesên din jî ji bo dermankirinê rakirine Nexweşxaneya Deryayî ya Zuwareyê.

Hat destnîşankirin ku ew koçber ji welatên Erebî û yên Efrîqayê herweha welatiyên Pakistan û Bangladêşê ne.

Başa dön tuşu