AsyaMafên MirovanNûçeRojhilatanavinSûriye

Tirkiye ciwanên Sûriyeyî bi darê zorê dibe leşkeriyê

Rêveberiya dewleta Tirkiyeyê ciwanên penaber ên Sûriyeyî bi darê zorê di operasyona Mertalê Firatê de bikar tînin.

Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan a Farsê (FHA) ku ji çavkaniyên Sûriyeyî wergirtine, hat îdia kirin ku polîsên dewleta Tîrkiyeyê bêyî hincet ciwanên penaber ên Sûriyeyî desteser dikin û dibin cihekî nayê zanîn.

Di nûçeyê de hat diyar kirin ku çavkaniyan gotine Enqere wan ciwanên Sûriyeyî bi darê zorê di operasyona Mertalê Firatê ya li Sûriyeyê de bikar tîne û di derbarê vê mijarê de delîl di destê wan de hene. Hat ragihandin ku polîsên Tirk li bajarê Rihayê ji otêlekê 20 û ji kampekê jî 50 ciwanên Sûriyeyî desteserkirine û her wiha bi ser hinek malên Sûriyeyiyan de jî girtine û ciwanên wan malbatan jî ji bo operasyona Mertalê Firatê revandine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu