NûçeRojhilatanavinSûriye

8 terorîst ji ber êrişa mûşekî ya artêşa Sûriyê ser derûdora Hemayê hatine kuştin

8 terorîst ji ber êrişa mûşekî ya artêşa Sûriyê ser riya di navbera gundên El-Enkawî û Qelîdînê li derûdora Hemayê hatine kuştin û birek ji van terorîstan jî birîndar bûn.

Li gor rapora telivîzyona Al-Alamê, Her çend ku Rîfa Bakûrî ya Humsê û Rîfa Başûrî ya Humsê ji wicûda terorîstan hatibûne paqijkirin lê 8 terorîst ji ber êrişa mûşekî ya artêşa Sûriyê ser riya di navbera gundên El-Enkawî û Qelîdînê li derûdora Hemayê hatine kuştin û birek ji van terorîstan jî birîndar bûn.

Gor nûçeyekî din ji nav Sûriyê, li şer û pevçûna di navbera grûpên terorîstî yên DAIŞ`ê û Hîta Tehrîrul-Şamê û artêşa azad li Idlibê , terorîstên DAIŞ`ê 3 endamên van grûpên terorîstî rehîn girtin û paşê serê wan birrîn.

Parêzgeha Idlibê li bakûra rojavaya Sûriyê xîncî bajarokên Fûe û Keferyayê li destê terorîstan daye.

Herwisa HSD ragihandiye amadeye tev dewleta Şamê bê şert û merc rûne ser masa gotûbêjê.

Meha bihurî Beşar Esed serokkomarê Sûriyê hişyarî dabû hêzên HSD ku eger ewna neyên ser masa gotûbêjê , dewleta Şamê dê bi zorê navçên bin kuntrola wan bistîne.

Başa dön tuşu