İslami Davet Kurdi Bange İslami

80 meytên jinên Îzdî li Goreka komkî derûdora Şengalê hate kifşkirin

Nûnerê Îzdiyan li Parlemana Iraqê ji peydabûna Goreka komkî ku meytên 80 jinên Îzdî têdaye xeber da û ragihand ku ev gora li nîzikiya bajarê Şengalê li rojavaya parêzgeha Nêynewayê li bakûra Iraqê kifş bûye.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Hecî Kundûr nûnerê Îzdiyan li Parlemana Iraqê li gotûbêja xwe ya tev El-Xed Press`ê, ragihand `Grûpên ku mijûlî geryana li Gorên komkî yên Îzdiyan in vê dûmahîkê Goreka komkî peyda kirine ku têda meytê 80 jinên îzdî hatiye dîtin`.

Hecî Kundûr got: “Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ev jinên Îzdî li hewzekî masiyan da xeniqandibûne“.

Hecî Kundûr herwisa ragihand ku “pêştir 11 Gorên komkî yên qurbaniyên Îzdî bi destê terorîstên DAIŞ`ê li gundê Kuco li derûdora bajarê Şengalê kifş bibûn“.

Şengal li parêzgeha Nêynewayê li rojavaya Herêma Kurdistana Iraqê ye û 120 kîlomitran ji Mûsilê dûrtir e , di 3`ê Tabaxa 2014`an terorîstên DAIŞ’ê ev bajara girtin û li 20`ê Kanûna 2014 dîsa Şengalê ji destê terorîstên DAIŞ’ê azad bû .

Exit mobile version